li asoya gemarî baskên çûka şeqî
li ser dilê min hêlîneke telandî ji agirên bêrijik
digerim li peraveke xêt û xeydok
a ji dilopên deryaya tenahiyekê
dirijim wekî awêneyeke şikestî bi ser baweriya xwe de
her parçeyek dibe şewqa rûyê sûnawêrkekî
di nêv lêgerîneke bêhûde de
qesta şikandina zincîran dikim
-zanim, ev mizgîniya tariyeke reşbelek e-
kulîlkek ...