Şerefxan Cizîrî di vê pirtûka xwe a bi navê Omerîya Mîrsom de hewl daye ku pergala eşîrtîyê a li herêma Mêrdîne bi rêbazên zanistî bi civaka Kurdan bide naskirin. Li ser Eşîra Omerîyan bi hûrgilî rawestîyaye û derheqê Eşîra Omerîyan de zanebûnên berfireh, bi baldarî pêşkêşî xwendevanan dike. Lêkolîner, ew jêderkên heyî nirxandine û kêmasîyên wan, dîtinên şaş û pêşdarazînên ku di derbarê Eşîra Omerîyan de hene raxistine ber çavan. Armanca sereke ji bo nivîskar her ev bûye; di derbarê civaka eşî ...