“Wî rast gotibû!
Min bi çend ziman dizanîn lê neçûbûm nav civatên bi wan zimanan diaxifin…
Min bi çend baweriyan dizanî lê ez tu car neçûbûm di nav bawermendên wan baweriyan de
rûneniştibûm, neketibûm perestgehên wan, ayîn û rêûresmên wan nedîtibûn.
Min bi dîrokeke ku bi zanînê re hevdem e, ku mirovahiyê bi destên xwe serboriyên xwe li rûpelên
wê kiribûn dizanî, lê ez qet neçûbûm bi pey şûnpêyên wê dîrokê neketibûm…
Haya min bi gelek şaristanî, keysertî û bajarên ji ...