Di vê hevxebata me de ji elifbêya Kurdî bigire heta îbareyên berbelav û gotinên pêşiyan jî hene. Ji ber ku ev pirtûk ji navê xwe diyar e ku rêbera axaftinê ye û ne pirtûka rêzimanê ye me rêzikên acizker yên rêzimanî hema bibêje qet daxilî vê xebatê nekiriye. Kesên ku bixwazin îbareyên rojane yên herdu zaravayan hîn bibin an pratîk bikin ev berhem li gorî dilê wan e bêguman.