Çapemenîya Kurd, weka çapemenîya neteweyên cîhanê ti carî nikaribîye li welatê kurdan bi rihetê weşana xwe bike. Ji ber vê rewşê, her dem li derveyê welat hewil daye weşana xwe bike. Ev weşan jî ji ber astengiyan zêde nejiyaye. Di destpêka çapemenîya Kurdî de du nifşên malbata bedirxaniyan pêşengî kirine. Rojnameya Kurdistanê her du bira Mîdhet û Evdirehman Bedirxan derxistine. Sî-çil sal piştî wan, biraziyên wan Celadet û Kamuran Bedirxan dane dû şopa wan û bi kovarên Hawar û Ronahiyê Celade Be ...