Li geliyê mominkan havîn weke her carê ye, germ û xweş. Snîfkê heywanok ji xwe re şikeftek dîtiye – ev bûyereke têra xwe mezin e. Lê bi şev firtoneyek bi ser gelî de digire...
Li dûr, di nav tariyê de çavekî sor diçirise û her roja ku derbas dibe, mezintir dibe. Ew dûvstêrkek e ku her nêzîktir û nêzîktir dibe! Asîman sor bûye û deryayê xwe kişandiye nava qul û qelîştekên xwe yên kûr.
Simriko radihêje harmonîkaya xwe û li ser serpêhatiyan stranan lê dide – ne serpêhatiyên ...