Ji xwezaya çîrok û vegotinên di vê pirtûkê de mirov rastî wêneyên cûda tê, ku ew ji çarenûsa mirovên takekesî heya civakan û welatan pêktên. Di nav xwe de dem û mekanên cihê dihewînin. Ji dem û mekanên rabirdûyê bûyeran radigihînin, ji demên ji me dûr pêjnek didin. Pêjna tenêtiyê. Xwezaya tenêtiya di biyaniyê de. Girîn û qêrînên li dû trajediyan. Govenda takekesên li dû azadiyê.
Ne tenê xewn in, ne tenê xewnereşk in, ne jî serpêhatiyên bê miraz û bi miraz, ne tenê kenên ji keyf û xweşhaliyê ...