Min digot belkî ew ê bi vê pirsa min biheje, ji lew re ez bi xwe jî diricifîm wê çaxa ku min ew gotin bi lêv dikirin. Lê texmîna min ne di cihê xwe de bû. Wê jî bi bêdengiya xwe ez careke din şaşwaz kirim û behetî hiştim! Serê wê hîna di ber wê de bû, lê hilma wê hîn bêhtir bi lez diçû û dihat, razên ku li derdora rûyê wê yê efsûngerî digeriyan, hîn zêdetir dikirin! Hilma xwe wisa bi deng digirt û berdida ku mirov digot belkî hinekan destên xwe li qirika wê aniye hev. Kêlîkekê bi şûn de, fişkefi ...