Xelîl Xeyalî Modan (1864-1946), rewşenbîrekî Kurd ê serdema Osmanî ye. Ew zimannas, nivîskar û wergêr e. Wî, di salên navbera 1908-1914an de, bi Kurmanciyeke zelal, di weşanên Kurd Te‘avun ve Terakkî Gazetesi, Rojî Kurd û Hetawî Kurdê de fikrên xwe yên nûjen belav kirine. Piştî Herba Cîhanê jî bûye yek ji avakarên kovara Jînê. Herwiha wî, ji komeleyên wekî Kurd Te‘avun ve Terakkî, Kurd Neşr-i Ma‘arif û Hêvî re pêşengî kiriye û bi vî rengî bandoreke mezin li serdema xwe kiriye: Ekrem Cemîlpaşa ji ...