Destên min ji pişt de kelepçekirî, li dora min zombiyên bi çek, li ber çavên min jî serpêhatiyên min diçûn û dihatin. Wê dewama wan nehatiya. Benê teşîrêşa jiyana min li wir kut dibû. Ew tiştên ku min soz dabû xwe ku wê qet neyên serê min li benda dem nesekinîbûn: Di saniyekê de di lêpirsîna çend rojan a tariyê re derbas bûm
Ev hemû di biskekê pir kurt de dibûn, lê dawiya wan saniyan nedihat. Hebûn, dinya, jiyan, candarî, xwebûn, ezezî hemû bêwate bûn. Edê tu tişt hêjayê jiyanê nedihat. Ew ...