Xwendevan ew ê di Xwîna Mirîyan Doşav e de, bikevin nava labîrenteke ku her dîwarekî wê bi
pirsên giran hatiye nijandin: Sînorê di navbera başî û nebaşîyê de li ku ye? Mirovek ji bo sax
bimîne heta çi radeyê dikare xwe kêm bike?
Lehengên Xwîna Mirîyan Doşav e, ne mirovên sanahî ne; ew gîyanên westîyayî ne ku tûşî
taqîkirinên herî dijwar bûne. Hûn dê ligel wan di kuçeyên teng yên gumanê re, bi rê ve biçin, hest
bi tama xîyanetê bikin û bibin dîdevanê wan kêlîyan, ewên ku ...