Jinek li keça xwe digere. Ew li ser rêya ber peravê, li wê dera ku keça wê berê lê kar dikir, li wir lê digere. Heta ew ji êş û xemên xwe dîn dibe, li ser wê rêyê diçe û tê. Her li keça xwe digere.
Û jineke din, zarokeke mirî di zikê wê de, li ser heman rêya ber peravê dimeşe û dibîne ku jinek xwe çeng dike nav avê. Piştî vê bûyerê heta ji wê tê li ber xwe dide da zaroka wê ya mirî ji zikê wê dernexin. Jina ku zaroka xwe winda kiriye, li ser windakirinên dêya xwe difikire: windakirin ...