Zanisteya civaknasiyê, ji bo jiyana hevpar fehmkirin pêwîst e. Ji bo ku, jiyana civakî baş werê fêhmkirin gereg e, însan serî li biranşa civaknasiyê xe. Civaknasî/sosyolojî, her şert û teybetiyên jiyana civakî şîrove dike û ji bo mirovan pêdiviyên gelerî naskirin dide. Civaknasî, bi lêkolîn û lêgerîna zanistî ya li ser her nirxên civakê tîne meydanê. Ji ber vê, civaknasî çi ye? Civaknasî jî, mijarên xwe dikole û şîrove dike; ji gellek teknîkan û mijarên zanisteyên din jî alîkariyê distîne.
...