Hesreta welat zor dabû Şêrko, êdî nikaribû xwe li xerîbîyê bigirta. Ji ber wê, çend roj berî dema ku ji bo xwe plan kiribû vegerîya Wanê. Çend rojan ji malê derneket û kesî bi xwe nehesand, li ber çogên dayika xwe rûnişt, hesreta dilê xwe kewand. Dêya wî neketibû nav çerxa sîstemê, hayûbaya wê zêde ji dinyayê tunebû, jineke saf bû, bi gotineke din dinyaya xwe ya biçûk de dijîya û xizmeta malbata xwe dikir. Derbasî têkîlîyên serdemê nebibû, hîn di nav orf û edetên xwe yên berê da bû. Kurdeke xas ...