Dema ku ez zarok bûm, Zerê got û domand. “min digot qey dinya gundê me tenê ye, ez direvîyam, nedirevîyam nedigihiştim serê gundî, bêhna min diçikîya. Wê demê ez nû bi xwedê hesîyabûm û nû pêra dipeyîvîm, min dua dikirin. Min li esmanî dinihêrî û digot "ey xwedayê dilovan! te çima dinya evqas mezin çê kiriye? ez pir diwestim heta diçim cihekî û têm" dibihîst yan ne dibihîst ez nizanim, lê min digot. Dûvra ez rojekê bi bavê xwe ra çûbûme sûka bajêr, min navê bajêr bihîstibû lê qet nedîtibû û min ...