Ev pirtûka li ber destên we ji gotarên min ên der barê zimanê kurdî de pêk tê.
Ji bo ku mirov ji tiştekî hez bike, divê mirov wî tiştî nas bike. Li ser ziman û çanda me polîtîka û plansazîyeke zimankujîyê hatiye meşandin. Bi vir û derewan zimanê me li ber çavên mirovên me hatiye reşkirin. Bi polîtîka û plansazîyeke taybet hemû derî li ber zimanê me hatine girtin, kurdî wekî nîşaneya nezanî û xizanîyê hatiye pênasekirin. Ji ber vê yekê divê em pêşî zimanê xwe nas bikin, dîroka zimanê xwe biz ...