“Şiyana lêpirsînê, girîng e. Li civakekê, ev şiyan çi qasî bi hêz be, ew civak hingî ewqasî bi pêş
dikeve. Ji ber ku lêpirsîn, pêvajoya têgihîştin û keşifkirinê ye. Têgihîştin û keşif; zanînê, zêde dike.
Zanîn, serçaviya serkevtin û pêşkevtinê ye.
Min gelek pirs ji xwe kir, ji pirtûk û belgeyan kir, ji pisporan kir û ji kesayetên siyasî yên kurd kir. Ji
kesayetên kurd, min bêtir di derbarê bikaranîna zimên de pirs kir û min xwest bizanibim, para me çi
ye di rewşa îroyîn ...