“Kar û xebat û xizmetên ji bo zimanê kurdî; zimanhezî ye, di heman demê de erkeka mirovî û ji bo me kurdan berpirsiyariyeka neteweyî û niştîmanî ye. Em çi qas ji zimanê xwe hezbikin, zimanê me jî dê ewqas me nêzîkî xelkê me bike, ê xelk û welatê me, bi me bide hezkirin, ked û sefiliya (west û xwîdana ji bo karekî xêrê hatiye dan) me jî di bîreweriya miletê me û dîroka welatê me de cî bi cî bike.
Tiştek vala naçe. Roj tê qencî xwediyê xwe dibîne. Zanîn taca zêrîn e, xizmet serbilindî û rûmet ...