Rojeke Nîsanê ya sar û sayî bû û demjimêran li yekê piştî nîvroyê didan. Winston Smith, çena xwe çikandibû sînga xwe û hewl dida ku xwe ji bayê kambax biparêze, di nava deriyen camîn ên xaniyên serkeftinê re zû zûka derbas bû, lê leza wî dîsa jî têrê nekir ku ji xelekeke bablîsoka toza qûmê ya ku ji devê derî ve rabûbû û bi wî re pêl dabû xelas bibe.
Ji hêwanê bêhna lihaneyên kelandî û merşik û palasên kevn dihat. Li dawiya hêwanê wêneyekî rengîn ê ku li gorî pêşandana hundirî gelek m ...