Stêrkên şevê di bin awirên baranê de ji nişka ve windabûbûn. Ew demek dirêjbû serê Rozerînê li ser milê min bû. Bi sebreke mezin li çîroka malbata min guhdar dikir. Xwede giravî ê dî xweza jî ji vê dîmenê me yê li keleka hev hesilîbe di hundire havinê de baranek hûrik destpêkiribû. Laşê me tiqtiqand. Em ji neçarî ji ser surçikê parkê rabûn. Min ne dixwest hêviya dilê min jî vê baranê şil bibe. Lê ew barana hûrik hûrik dibarî li xweşiya wê diçû. Li esmanan nihêrî û bang dikir.
‘’ ...