Dîwana helbestkarê Kurd ê klasîk, feqîyê dilan, Feqîyê Teyran, a ku ev ji zû ve bû gelek kesanan çaverê dikir, li dû lêkolîn û amadekirina tijî zorî û zehmetî ya Seîd Dêreşî, bi tîpguhêzîya ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî ya Dewlet Elî û bi edîtorîya Kawa Nemir, ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin. Gava ku meriv bi hûrgilî li vê xebata Seîd Dêreşî binihêre, meriv dikare pir bi hêsanî bibêje ku dê di vî warî de valahîyeke gelekî mezin dagire, çewtî û talana li ser berhema Feqîyê Teyran ji n ...