Zana, feqî û melayên Kurd li pê xwe bi sedan destxet hiştin, çi destxetên Kurdî yên nezmê û çi jî yên pexşanî. Bav û bapîrên me yên li medreseyan ji me re ew gencîne hiştin û me jî berhemên stêrkên wêje û zimanê Kurdî bi rêya wan destnivîs, keşkûl û beyazan nas kir. Destnivîsên Kurdî girêdaneke ruhî û pêwendîyeke gîyanî di navbera nifşên berê û niha de ava kirin. Bi saya keşifkirina van destxetan, îro em dizanin ku ziman û wêjeya Kurdî çendîn rengîn û dewlemend e. Di dîroka wêjeya Kurdî de ji na ...