Wefayî, Mîrza Ebdulrehîmê Sablaxî, yek ji helbestvanên wêjeya klasîk a Kurdî ye. Ew wekî nûnerê rêbaza Nalî ya helbestê yê li devera Mukrîyan tê qebûlkirin. Di helbestvanîya Wefayî de bandora Nalî û Melayê Cizîrî û heta radeyekê jî ya Feqîyê Teyran dîyar e. Helbestên Wefayî bi dilsozî û taybetîyên xwe yên hestnazik tên naskirin. Ew gelek hêsan û sade ne ji bo jiberkirinê, ji lew re jî helbestên wî ji hêla gelek hunermendên Kurd ve hatine xwendin û strandin. Helbestên wî di xaneqa, medrese û hucr ...