Ev pirtûk destana lehengiyan e, lehengiya jin û mêran. Di vê dastanê de qasî mêr jin jî şerker û şervan û pehlewan e. Nîşan dide ka çawa jin bi hebûna xwe ya bibandor li gorî qewlê destanî di dîrok û wêjeyê de cih digire. Dema vê yekê dike civaka dîrokî û hevdemî, destanî û rastî radigihîne. Nişan dide ka çawa hin kod û motîfên wê hem dişibin civaka îro hem jî ji ya îro gelek dûr in.
Suleyman Erkan di vê berhema kurt lê xweş û herikbar de dastaneke kêmnas a Kurdan bi şêweyê çîrokbêjiya rese ...