Li gora helbestên Ekomonologê, jîyanê bi xwezayê dest pê kiriye û dê bi xwezayê re biqede. Helbestên Ekopoetîkî rûyên xwe dane metaforên rexneyî ku di hundirê xwe de şerê xwezayê bi polîtîkayên li seranserê cîhanê berbelavbûyî re dikin û her wiha bûye dengvedaneke wêjeyî jî.
Stûyê wê newalê ketiye ber wê / Xûl bûye, rast nabe / Mîna Quasimodoyê Notre Dameê ye / Li kevîşena Çemê Seineê / Romaneke klasîk im di vê êvara kor de / Niştecihê welatê wê romanê me belkî / Di kêlîya seradekê d ...