Min di vê berhevoka navan de biqasî 3900 navên xwerû bi kurdî civandine. Lê ew ne hemû navên
bi kurdî ne, ji ber dewlemendiya zimanê kurdî belkî beşekî biçûk jê ji tevahiya dewlemendiya
navên kurdî be.
Min tu nav ji ber xwe ve çênekirine. Navên ku min ji pirtûk, kovar, rojname û malperan dane hev,
min çavkaniyên wan jî nivîsî ne. Lê hin nav jî nas û hevalên min, ji min re şandine, ji ber ku
hêjmara wan hevalan zêde ne, ez nikarim navên wan çavkaniyê de binivîsînim. Sipas ...