Di werara dîrokî de, bi tevkarîya gelek zanyar, zimanzan, wêjevan û wergernasan nêrîn, têgih û teorîyên der barê wergerê de berfireh bûn. Bi saya vê dîroka dêrîn, werger û wergernasî îro xwedî paşxaneyeke zengîn a termînolojîyê ye. Ev termînolojî têgihên xweser ên wergerê, navên ekol, ranêzikî û teorîyên wergerê û her wisa stratejî û teknîkên wergerê digire nava xwe. Ferhenga Têgihên Wergerê ji hêlekê ve têgihên xweser ên wergerê bi zimanê Kurdî bi nav dike û ji hêla din ve jî pênaseya wan dike ...