Pirtûka gorbehişt Osman Sebrî ya bi navê Hevalê Çak cara yekem ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin. Pirtûk ji gotar û nivîsên pexşanî yên nemir Osman Sebrî pêk tê ku du birên wan di demên cuda di kovarên Hawar û Ronahîyê de hatine weşandin û birê sêyem jî ji hinek destnivîsan pêk tê ku ev cara yekem e di vê berhemê de tên weşandin.
Naveroka piranîya van gotar û nivîsan li ser camêrî, mêrxasî, lehengî, serîhildanên gelê Kurd, qewimîn û malkambaxîyên ku hatine serê Kurdan, fen û f ...