“Hilma te ji qirika min tê”navê vê pirtûkê jî wekî helbestekê ye, pirtûkeke li ser bêdengî û hesreta yê. Helbestvan di her rêzê de xwe digihîne hembêza hest û buyerên veşartî yên di dil da tepisîne.
Ji kê re gotiye? Ji min re an jî ji xwe re?
Ji hestê dilê helbestvan re, ji bîr û bêhna wêneyan re, ji helbestên ku di pirtûkê de dibêje:
“Ji sê salan heye bîst rojan, li benda te me…”