“Gelek kes hene, dixwazin binivîsin; lê nizanin ku ew ê çawa binivîsin. Ev berhem rê nîşanî wan kesan dide, yên ku dixwazin bibin nivîskar û dîsa nivîskarên ku nû dest pê kirine. Nivîskar Silêman Demir, hemû ezmûn û tecrubeyên xwe yên nivîskariyê bi rêbazeke xweş pêşkêşî xwîneran dike. Helbet ne bi tenê nivîskar û kesên dixwazin bibin nivîskar wê ji vê berhemê sûd bigrin. Agahiyên gelekî balkêş di berhemê de hene ku her kesên ku dixwînin û têkîliya wan bi xwendinê re hebe dikare sûd jê bigre. ...