Ezîzan,
Di zargotina kurdan de hinek gotinên pêşiyan hene ku bi teşe û vegotina xwe dişibin kurteçîrokan. Ew çîrokên bi wî teşbî, di wêjeya dinyaya modern de bi şêwaza “çîrokên mînîmal” tên nas kirin û nivisîn. Belê gotinên bi vî rengî ên di nav zargotina kurdan de hîn li asteke bilind in, lew ku di wan de aqil, feresat, mantiq û matematîkeke bêhempa heye. Ji vê zêdetir wejeyeke bilind û bedewkar jî dihêwirînin.
Ew berhemên bi vî rengî, di nav goti ...