Mehmûd Badilî, li gundê Hemê Xatê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê di 02.02.1973an de ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî li gundê Şorê temam kiriye, dûv re ya navendî û diwanavendî li bajarê Til Temirê. Dûv re di sala 1993an de derbasî kolêja perwerdehiyê bûye. Lîsans û Diploma beşa Derûnî (Psychologie) li zanîngeha Şamê wergirtiye.Di sala 2002an de li bajarê Hesekê bi cih dibe û li yek ji dibistanên wê di warê rêberiya derûnî û perwerdeyî de karê wî dest pê dike. Nivîsên ...