Lê belê li ser banekî herî bilind ê bajêr 28 Guldan Saxlem lehengekî bihezkirî û bi hêz hebû. Li dora stûyê wî çefiyeke reş
û spî hebû. Li ser sînga wî rojek ku bîst û yek tîrêjên ronî jê diçurûsîn xuya bû. Li ser cil û bergên wî nîşaneyên rengên
çanda qedîm hebû. Li aliyekî wî dronek-Teyr, di destê wî de saetek û hin amûrên din hebûn. Li ser milê wî jî “Mîrkurd”
dinivîsî. Lehengê zarokan, mêrxasê bi hêz û qenc, dostê başiyê û dijminê xirabiyê bû. Belê belê, ev Mîrkurd bû û çavên< ...