“Gava bi şev te li ezman nêrî, ji ber ku ez li ser stêrkeke ji wan stêrkan dijîm, ji ber ku ez li ser yek ji wan dikenim, wê wisa ji te re bê ku hemû stêrk dikenin. Tu yê bibî xwedî stêrkên ku dizanin bikenin!”
Û dîsa keniya.
“Û dema tu aş bûyî (em her tim xwe aş dikin) tu yê dilxweş bibî ji ber ku te ez nas kirime. Tu yê her tim hevalê min bî. Tu yê bixwazî bi min re bikenî. Û tu yê carinan pencereyê vekî, her wisa, ji bo kêfxweşiyê… Û dê hevalên te pir şaş bimînin dema wan dît tu di ...