Helbestvan tenê ristên hestyarî, dilînî ên bi coş, bi aheng û qafiye neqiş nake, helbest ezameta ristê, xweşikiya nexş û moçikên herfan, peyvan jî derdixe rû dinyayê; helbest ‘Neynikeke Efsûnî’ ye, tûvala ‘Hundirê Helbestvan’ nîşan dike; pêwistiya, taybetiya, muhteşemiya ‘Herfan’, ‘Peyvan’ derdixe meydanê; helbestvan Ruhê Zimên, dilê Zimên, Ahenga Zimên bi raya ‘Tilsima Hêmayê’(remz), bi estetîk û forma herf û peyvan radixe pêşberî çavên helbesthezan; di vê berhemê de her helbestek ‘Tilsimek’ e, ...