Xwendevan û nivîskarên hêja,
Bi hejmarek nû a kovara Philosophia em bi hev ra ne. Ji ber ku kovar hindikî bi dereng derdikeve em ji we xwendevan û nivîskarên xwe ên dildarên felsefê lêbuhurîna xwe dixwazin. Wekî me di hejmara xwe a taybetî da jî gotibû armancek ji armancên derketina Philosophiaê di zarûzimanê kurdî da bicihkirina termînolojîya felsefî ye. Ji alê din ve em dixwazin êdî kurd bikanibin bi zimanê xwe ê maderî jî ekolên felsefî, ramanên ...