Piştî ku me mala xwe anî vî bajarê mezin. Ez fêrî lîstika qumarê bûm. Hingê fêr bûm ku min hemî jiyana xwe, pere, mal
û hemî tiştên xwe û çi tiştên zarokan hebûn, hebû da wê. Min çend caran xwest xwe bikujim jî lê bi ser neketim. Qumar
mirovan dixe çi halan û çi tîne serê me re, dixwazim yek bi yek bêjim da ku yên bi qumarê dilîzin vê bizanibin ku ew tenê
bi xeyala ku wê rojekê pereyekî baş qezenc bikin dijîn. Ji bilî vê tu tiştekî wan tune ye. Tiştên heye jî derew, xapandin û
...