Dema şagirt çû dibistanê. Dît ku mamosteyê wî çay û biskivîtê dixwe. Rojî bû. Şagirt got: “Mamoste ma tu ne bi rojî yî gelo!?” Mamoste got: “Na!” Şagirt dîsa pirsî: “Mamoste tu îro ne rojî yî yan jixwe tu nagrî?” Mamoste got: “Na, jixwe ez nagrim!” Şagirt got: “Tu çima nagirî? Tu nexweş î an na?” Mamoste got: “Ez File me.” Şagirt got: “Estexfirullah mamoste.” Mamoste got: “Yaw ez dibêjim ez File me!” Şagirt got: “Wisa nebêje mamoste, tu yê gunehkar bî!” Mamoste got: “Ez dibêjim ez File me, tu di ...