Di vê pirtûkê de wêneyekî giştî yê rêzimana kurdî heye. Kesên ku bixwazin bi awayekî hêsan
bingehên rêzimana kurdî nas bikin yan jî hîn bibin, dikarin bi vê pirtûkê dest pê bikin.
Çapa yekem ya vê pirtûkê, bi hevkarîya Daîreya Giştî ya Xwendegehan ya Swêdê - Skolverket, di
sala 1994an de hat weşandin. Ev, çapeka nû ya berfirehkirî ye.
Pirtûk bi metoda înduktîfê hatîye nivîsîn. Li gor vê metodê, zarok bi serpêhatî û ceribandinên
xwe ji tişt û bûyerên li derdora xwe fêr di ...