Mîtolojî, xîmê dîroka miletan e. Dema behsa mîtolojiya Kurdî bibe ewil çîrokên Ristemê Zal tên bîra meriv.
Ristemê Zal, tê bawerkirin ku ji giregirên Eşkaniyan qehremanek bûye. Paşê di nav destanên Îranî de hin taybetmendiyên mîtolojîk hatine spartin bi bal wî. Ew her dem alîgirê qenciyê ye, li hember dêw û bedkaran her şer û ceng kiriye û bi ser ketiye. Di edebiyata Îranê ya piştî Îslamê de, herweha di edebiyata dîwanî û tesewûfî de jî ew lehengekî pir bibandor e. Navê wî, remz û nîşana pê ...