Eskerê Boyîk 84 salî ye. Ji 30yî zêdetir pirtûkên wî bi Kurdî û bi zimanên din hatine weșandin.
Malbata wî ji ber zilma dewletê derbasî Ermenistanê bûye.
Li Ermenistanê çavê xwe li dinyayê vekiriye; li vir mezin bûye û perwerde dîtiye.
Ev 30 sal in tevî malbata xwe li Almanyayê dijî.
Jiyana wî bi zanyar û nivîskarên Kurdên wek Erebê Șemo, Qanate Kurdo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Șekroyê Xudo, Ferîkê Ûsiv, Celîlê Celîl û gelekên din re derbas bûye.
Ev nivîskar, ronakbîr ...