Jonathan Swift di berhema xwe ya bi navê Serpêhatîyên Gulliver de dide pey şopa cerahekî ji rêzê yê Îngilîz, bi navê Lemuel Gulliver, her ku piştî rêzeqezayên deryayî û bobelatên bi serê wî de tên dibe şahidê cîhan û bûyerên derasayî. Ji Lilliputiyên çir yên bejinbihost bigire heya Brobdingnagiyên gewre; ji Laputaya ji hêla zanyarên şewişî ve tê kontrolkirin bigire heya Houyhnhnmên xwedan secîhîyeke micid ku xwezaya mirovan dide ber pirsan, her rêwîtîyeke ku tuşî Gulliver dibe, zanîna wî ya li s ...