Ji 1979an û vir de ye ez mamoste Sabîha Diljenê nas dikim, yanî 47 sal in em heval û hogirên hev in. Li Swêdê pênc salan wekî mamosteyên zimanê dayikê em bi hev re xebitîn. Herwiha di redaksîyona malpera “Dibistana Kurdî (2000-2010)” de jî li gel mamoste Haydar Diljen me bi hev re kar kir. Sabîha Diljen mamosteyeka bi rêk û pêk, rastgo, mutewazî ye. Mamoste Sabîha Diljen dayikeka dilovan û dildara zimanê kurdî ye. Vê yekê meriv ji zarok û nevîyên wê ferq dike ku çiqas giringî daye û dide zimanê ...