Li Tirkîyeyê îdeolojîya fermî dibêje; li dinyayê, li Rojhilata Navîn û ji ber vê li Anadolê, neteweyek bi navê kurd najî, ew kes û komên wekî kurd tên zanîn bi eslê xwe tirk in.
Ev nêrîn jixweber peyda nebûye. Rehên wê yên girîng yên dîrokî hene. Mirov dikare rehên vê nêrînê di salên 1919-1922yan de, heta berîya wê jî bibîne. Lê em ê ji salên piştî Komarê, ji salên 1930yî dest pê bikin. Ne ku ev îdeolojî ji bo çi hatîye afirandin an erkên wê çi ne, lê em ê li ser fikir, civîn, konferans, ni ...