Wênejan
Muslum navê vê pirtûka xwe kiriye WÊNEJAN, ku bi rastî jî li gora navê xwe ye ev pirtûk. Vêca ku hûn nexwazin mijarên biêş bixwînin, hema ji serî ve dev ji vê pirtûka Muslum berdin û herin ji xwe re li pirtûkeke din bigerin. Lê ez baş dizanim ku hûn jî mîna min dev ji vê pirtûkê bernadin û hûnê pê de hetanî dawî herin. Lewre dîroka me bi êşê hatiye hûnandin û meyla me hemû kurdan bi ser êşê de ye.
Ji sibê hetanî êvarê em henekan bikin jî, dilê me ...