Jiyana min Xem-Şadî ye; Xemşadî.
Hûn ê bibêjin çima?
Min pir xem kişand, êşiyam. Derd û kulên dinyayê yanî yên jiyanê her û her ez diesirandim, dieciqandim, dipelaxtim. Li welatekî bindest, mêtingehkirî, li Kurdistanê dijiyam, dijîm. Jin bûm, jiyana baviksalarî, paşverû, paşdemayî, dinyanedîtî ez dibelihandim, diviya bifiriyama û bifilitîbûma… Jina malê bûm; keda min nedihat dîtin jixwe, ev aliyê min ê tarî, ê xêrnedîtî bû. Ne bes e, sêwî bûm; bav û dê zû emir dan haziran, ...