Rêbaza zanistê; ji diyardeyan hereket dike, rastiya berbiçav esas digire û hişmendiya dîrokê tehlîl dike. Îdeolojiya fermî dîrokê û diyardeyan tehrîf dike, ceza dike wan kesên ku bi rêbaza zanistî diyardeyan nîqaş dikin.
Rêbaza zanistê bi awayekî bêsînor vekirî ye ji geşbûn û pêşveçûna li ser bingeha azad a fikirîn, derbirîn û nîqaşên akademîk re. Ji bo vê yekê hewl dide şer bike bi îdeolojiya fermî re ya derdikeve ser riya wê, da ku zanistê bike serdest li qada ramanî. Pir diyar e ku têgeh ...