Ew zarokên westiyayî yên çiyayên dûr in; pêlavên wan qirêj, çavên wan jî tijî bi xewn in. Sê dengên ciyawaz li ser dîwarên sar ên YIBOyê olan dide: Bêdengiya Keno, hêrsa veşartî ya Zoro, çîrokên şikestî yên Şîno...
Pêdiviya wan bi hezkirinê, birçîbûna wan bi baldariyê heye, jiyan bi qasî taseke şorbe û cotek destên germ ji wan dûr e. Lê di çavên wan de cîhanên xeyalî hene: hêvî li pişt xeyalên wan ên veşartî ye û wekî xewneke şevekê ji pencereyê difire.
Ev roman serpêhatiya zarokên ku ...