Ev pirtûk, pirtûka xebatê ya “Zimanê Me – Asta Destpêkê” ye. Hemû kesên ku kurdî nû hîn dibin,
dikarin vê pirtûkê bi kar bînin.
Ev pirtûk li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Bi vê pirtûkê zarok dê
hîn di temenê xwe yê biçûk de bi temrînan hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka
bedew û nivisîneka rast bingehekê ava bikin.
Li gor pratîka me ya mamostatîyê ya zêdeyî 40 salan, gelek zehmet e ku mamosta karê xwe yê
profesyo ...